Serokê CIA dibêje Îran nêzîk e biryarekê bide li ser berdewam kirina bernama xwe ya navokî
16/01/2009
Serokê CIA Michael Hayden
Serokê ajansa CIA ya Amerîka Michael Hayden li duhî pêncşembîyê got peyamhinêran ku ew bawer dike Îran nêzîk e biryareke bo li ser ka ew dê berdewam be li ser bernama xwe ya navokî yan na.
Hayden ew têbînî dan li bingehê ajansê li nêzîkî Washington ku reng e dawîtirîn konferansa rojnamevanî be digel peyamhinêran.
Karbidestên CIA ya Amerîka gotin milîtanên Pakistanî li deverên eşîrî bûne hevalbend digel El Qaîde bo plana hêrişa bikin û herwiha dijî hevalbendan li Afganistanê.
Amerîka vê dawîyê bi dehan hêrîşan bi kar anîye da hêrîşa bikin li ser milîtanên biyanî li deverê.
Hayden got milîtanên Îslamî dizanin ku sînorê li nêvbera Pakistan û Afganistanê ne bi silamet e û hem jî ne cihê hewandinê ye.