Serokê hilbijartî Barack Obama dibêjit ew dixwazit guhorîna bibîtnit li demê şîretvanên aborî danûstandina digel Kongresê dikin li ser nexşeya nû ya 700 milyar dolaran ya bo geşepêdana aborî.
Li hevpeyvîneke telfizyonî li kenalê ABC duhî yekşembê birêz Obamayî got ew ne dilxwoş e ji ber ku hikumet ne piştrast e li ser karê hatî kirin ligel 350 milyar dolaran ewên dayîne bingehên aborî.
Serokê hilbijartî got ewî daxwaz ji tîma xwo ya aborî kir bernivîsa komeleka binemaya danit jibo çawatîya bikarînana diravê hikumetê. Herwisa şîretvanê wî karî digel endamên Kongresê dikin li ser nexşek wa heye bi kêmî ve çar milyon derfetên karî biparêzit.
Raporta hikumetê dîyar kir ku astê bêkarîyê gehîşte 7.2% ku bilindtirîn ast e di 16 salan da.
Herwisa serokê hilbijartî Barack Obama sozên girtina zîndana Guantanamo dubare kir, lê got wa heye li yekem sed rojên destpêkirina karê wî weku serok, nehête kirin.
Li bernama This Week ya telfizyona ABC, birêz Obamayî got girtina zindana Gunatanamo ne bi sanahî ye weku xelk hizr lê dikin, lê li domahîyê her divîya bihête girtin.
Sebaret bi Xezze birêz Obamayî got kuştina medenîyên Filistînî û Îsraîlî dilê mirova dişkênit.