Endonezya mirineke din ya jiber Înfluenzeya Balindeyan ragihand
01/06/2007
Karbidestên Saxlemîya Endonezî dibêjin keçikek ji ber Înfluenzeya Balindeyan mirîye.
Heke Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) ev mirin piştrast bike ew dê li Endonezyayê bibe mirina 79. jiber vê nexweşîya bi vîrusa H5N1.
Li Vîyetnamê karbidestên saxlemîyê dibêjin nexweşîya Înfluenzeya Balindeyan li navenda welatî li parêzgeheke din jî belav bûye. Meha buhurî nexweşîn li 13 parêzgehan belav bûbû.
Karbidest dibêjin li parêzgeha Quang Nam nêzî 300 werdekên ku derzî li wan nehatîye xistin ji ber vê nexweşîyê mirar bûne.
Heftîya buhurî Vîyetnam ragihandibû cara yekem li vî welatî merivekî ku ji sala 2005 heta niha li nexweşxaneyekê dihat çareser kirin bi vê nexweşîyê mirîye.
Ji sala 2003 were heta niha li Vîyetnam 42 kes ji ber vê Înfluenzeya Balindeyan an ku nexweşîya mirîşk, teyr û tewalan.