Li Endonezyaye merivek ji ber Înfluenza Balindeyan mir |
30/01/2007
|
|
Endonezya radigihîne ku merivek din jiber nexweşîya Înfluenza Balindeyan mirîye.
Wezareta Saxlemîyê roja duşemê ragihand ku li 19ê meha 1, keçikeke şeş salî ku xelkê parêzgeha Magelanga Javaya Navendî bûye, mirîye. Lêkolîna di destpêkê de wisa dîyar dike ku ev keçik ji ber ku bi wê nexweşîya bi teyr û tewalên-mirî ketîye, mirîye.
Herwisa roja duşemê karbidestên Rûsî yekemîn nexweşîya înfluenza Balindeyan ya li vî welatî ya îsal ragihandin: dibêjin ev mirina teyrên ku bi vê nexweşîyê ketine ye li herêma başûr ya Krasnodara vî welatî.
Karbidestên Macaristanê jî dibêjin wan zêdeyî neh hezar qazên ku nû gihane serjê kirine li gundekî başûr ji ber ku heftîya buhurî li vî gundî leqayî wê nexweşîyê bûne
Di vê navê de Rêxistîya Saxlemîyê ya Cîhanî (WHO) dibêje ew ceribandinên ku wan li ser 14 Nîjerîyan kirine dîyar kirine ku ev kes bi wê nexweşîyê neketine. Sê ji wan ceribandinan li ser sê jinan hatibûn kirin ku bi sebebên wek îşaretên vê nexweşîya Înfluenza Balindeyan miribûn.
Ji sala 2003 heta niha 164 meriv ji ber vê nexweşîya Înfluenza Balindeyan mirine. Sebebê mirina qurbanîyên vê nexweşîyê tenê ji ber temasa bi teyr û tewalan ango bi balindeyên ku bi vê nexweşîyê ketine bûye. Belê zanist ditirsin ku wê ev nexweşî xwe bi rêyekê biguherîne ku wê bi şêweyeke gelek hêsan bikaribe di nav merivan de jî belav bibe û bi milyonan însan pê bimrin.
Vî babetî e-mail bike
Formata Çapkirinê
|