Banqa Cîhanê û Rêxistina Saxlemîya Cîhanê hivî dikin ku milyarek û 500 mîlyon dolar bicvînin ji welatên dewlemend da ku pê alîkarîyê bidin welatên hejar yên ku şopa teyr û tewalan lê belav bûye.
Li konferansekê bo komkirina alîkarîyê li Pekîn , raspêrê komîsyona saxlemîyê ya Yekîtîya Ewropa Markos Kypriano got Yekîtîya Ewropayê soz daye ku wê ew ji bo wê nexweşîyê 120 mîlyon dolar li alîkarîyê zêde bikin. Çaverê tê kirin ku wê Welatên Yekgitî yên Amerîka jî di nav van rojan de bêje ka wê ew çiqasî bide.
Şarezayên saxlemîyê dixwazin bo civandina pera konferansek bê li dar xistin da bi van pera alîkarîya welatên paşmayî bikin da ku şopa teyr û tewal û mirîşkan ji wan welatan li cîhanê belav nebe.
Karbidesta Rêxistina Saxlemîya Cîhanê Margaret Chan di kombûnê de got ew nizanin di çiqas wextî de dê belav bibe û ew nexweşîn dê çend dijwar be, belê dibe ku li hemu cîhanê jî belav bibe.
Kompanyaya Roche ya Dermançêker û Swêdî dibêje ew dê carek din dermana Tamiflu û hin dermanên din yên ji bo saxkirina nexweşînên bi vîrusa çêdibin bişînin da ku 2 mîlyon kesên ku li ser cîhanê bi vê nexweşîyê ketine pê bên derman kirin.