|
Li bazara Hanoy mirîşkên serjîkirî di pirtikînin |
Çîn dibêjît ew kirîna mirşîk û teyrûtewalên dî radiwestînît ji 14 welatên ku ew nexweşîya vegir jê hatî ragihandin.
Vîetnamê got ew jî kirîna mirşîk û tewrûtewalên dî ji welatên ji wê nexweşîyê qedexe diket. Wê her wesa xwudankirina mirîşkan li alîyê bajêran qedexe kir û xwarineke bi xwîna xav ya mirîşk û heywanên dî berbend kir.
Vê navbeynê serokwezîrên Kambodîya, Laos, Burma, Tayland û Vîetnamê îro li Bangkokê kom dibin da li ser rewşa belavbûna wê nexweşîyê biaxivin.