Çînê li 8 rojan bûyera belavbûna sêyem ya nexweşîya teyrûtewalan ragihand.
Bûyera dawîn li roja Çarşembî hate ragihandin, lê karbidest li roja Şembî pêhesyayne. Karbidestên Çînî dibêjin wê êşê vê carê li wîlayeta Hunan ya naverastê pêtir ji 500 mirîşk û sune kuştîne.
Ji alîyê dî ve karbidestên Ewrûpî got bi ceribandinan hatîye piştrast kirin ku virusa mirovkuj ya bi navê H5N1 li Kirwatyayê belav bûye.
Wê li Asyayê bi hezaran teyrûtewal û pêtir ji 60 mirovan kuştîne.