Wezîrê karûbarên Saxlemîyê û xizmetên mirovanîyê Mike Leavit ev têbînîyan dan piştî digel serokê Endonezî û karidestêt dî yên wî welatî li Jakarta kom bûyî. Rêzdar Leavît bi seredaneke du rojî çûbû deverê û çûbû seredana Tayland, Kamboçya, Laos û Vîyetna.
Ji sala 2003 were heta niha pitir ji 60 kesan li başûra rojhelata Asya bi vê vayrusê mirîne. Vê dawîyê ev vayruse gehîştîye Ewropa jî û li Romanya û li Turkîye hatîye piştrastkirin ku ew vayruse heye.