Kabîneya Îsraîlê roja
yekşembîye kom bûbû ku li ser pêngavên nû bipeyivin yên kiryara 16
rojan ya li dijî milîtanên Îslamî yên Hamasê li Kerta Xezze.
Karbidestên saxlemîyê yên Xezzeyê dibêjin di wê kiryara 16 rojan ya
Îsraîlê de bikêmîve 870 Filistînî hatine kuştin û Îsraîl dibêje wê ev
kiryare kirîye jibo rawestandina avêtina muşekên Hamasê bo başura
Îsraîlê. Tê ragihandin ku sê Îsraîlî hatine kuştin.
Li demê ku hêzên peyade kurtir berev hundurê bajêre Xezzeyê ku zêdetir
xelk lê dijîn ve diçin, serokwezîr Ehud Olmert jî kabînê li
Urşelîm-Qudsê kom kir. Wî got jibo agirbesteke li Xezze hêjta wext zû
ye.
Rêzdar Olmert got "Îsraîl her diçe nêzîktirî serkeftina armancên xwe
dibe" belê wî got jibo zirar gihandina kêrhatîyên leşkerî yên Hamasê
zêdetir wext pêdivîye.
Wî got jibo bi dawî anîna êrîşên muşekên Hamasê û guhorîna rewşa tenahîyê li başura Îsraîlê pêdivî bi sebr û bawerî yê heye.