VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

12 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Obama dibêjit wa pê naçit di yekem sed rojên serokatîyê da Guantanamo bê girtin

12/01/2009

Barack ObamaSerokê hilbijartî Barack Obama dibêjit ew dixwazit guhorîna bibîtnit li demê şîretvanên aborî danûstandina digel Kongresê dikin li ser nexşeya nû ya 700 milyar dolaran ya bo geşepêdana aborî.

Li hevpeyvîneke telfizyonî li kenalê ABC duhî yekşembê birêz Obamayî got ew ne dilxwoş e ji ber ku hikumet ne piştrast e li ser karê hatî kirin ligel 350 milyar dolaran ewên dayîne bingehên aborî.

Serokê hilbijartî got ewî daxwaz ji tîma xwo ya aborî kir bernivîsa komeleka binemaya danit jibo çawatîya bikarînana diravê hikumetê. Herwisa şîretvanê wî karî digel endamên Kongresê dikin li ser nexşek wa heye bi kêmî ve çar milyon derfetên karî biparêzit.

Raporta hikumetê dîyar kir ku astê bêkarîyê gehîşte 7.2% ku bilindtirîn ast e di 16 salan da.

Herwisa serokê hilbijartî Barack Obama sozên girtina zîndana Guantanamo dubare kir, lê got wa heye li yekem sed rojên destpêkirina karê wî weku serok, nehête kirin.

Li bernama This Week ya telfizyona ABC, birêz Obamayî got girtina zindana Gunatanamo ne bi sanahî ye weku xelk hizr lê dikin, lê li domahîyê her divîya bihête girtin.

Sebaret bi Xezze birêz Obamayî got kuştina medenîyên Filistînî û Îsraîlî dilê mirova dişkênit.



E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din
Amerîka razî boye harîkarya Israîlê biket ko çek negehne destê Hemas
Raporta rêkxistîya Zêrevanîya Mafêt Mirovan liser rewşa mafêt mirovan li Turkîyê li sala 2008  Audio Clip Available
Serokê CIA dibêje Îran nêzîk e biryarekê bide li ser berdewam kirina bernama xwe ya navokî
Muharrem Erbey raporta salane ya Human Rights Watch li ser Turkîye nirxand
Hinartiyê Îsraelî li qahîreye ji bo behs kirin li ser pêşniyara agir-besa ji aliyê Misrê ve
Amerîka digel Îsraîlê kar diket li ser rêkeftina agirbestê li Devera Xezze
Hamas dibêjît ew agirbesta bi navberî kirina Misrê red naket
Iraq peymannameya bo qedexe kirina çekên kîmyewî mor kir
Barack Obama û qanon darêj behsa rewşa aborî dikin
Joe Biden got lazime tîreyên sîyasî yên Iraqê kêşeya Kerkuk linavber hev çareser bikin
Îran çar kes gunehbar dike bi bizav kirina hilweşandina hikumetê bi piştevanîya Amerîka
Ban Ki Moon berev Rojhilata Navîn keftîye rê bo dinedana navbera Îsraîl û Hamas
Serbaz û tankên Îsraelî li nav bêjêrê Xeze ne
Olmert dibêje jibo agirbesteke li Xezze dem hêjta zû ye
Çar alîyên sîyasî li hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê raportek belav kir
Obama dibêjit wa pê naçit di yekem sed rojên serokatîyê da Guantanamo bê girtin
Hêrişa Îsraelî li dîjî Hemasê berdewame
NY Times: Amerîka alîkariya hêrişa Îsraelî li dijî Îranê nekir  Audio Clip Available
Têkeliyên nêvbera Herêma Kurdistan û Turkiye  Audio Clip Available
Rewşa penaberên Kurd li Berîtaniya  Audio Clip Available
Bi sedan hezar Musilman ji Amman heta Jakarta xwepêşandan dikin li dijî Îsraîlê
Obama got reng e aborîya Amerîka hêjta xirabtir bibît
Rusya û Ukranya hejta negehêştin rêkeftinekê li ser gaza xurustî
Civata Tenahîyê daxwaza rêkeftineka agirbestek zû linavbera Îsraîl û Hamasê diket