Hinartina gazê Rusî bo Ewropayê hêjta hatîye ragirtin, piştî Rusya û Ulkranya neşîyan roja eynî bigehine rêkeftinekê li ser çavdêrî kirina çûna gazê li Ukranya.
Çaverê tête kirin ku serokwezîrê Çekî ku welatê wî nûke serokatîya Yekîtîya Ewropî diket, evro şembî bigehîte Moskow, piştî wî serokatîya danûstandinên roja înê li Kyev kirin.
Herdu alî yekûdû gunehbar dikin piştî danûstandinên roja eynî serkeftî nebûn bo gehêştin bi rêkeftinekê li ser mekanîzma çavdêrî kirina çûna gazê Rusî bo Ewropa.
Kompayna hêzûtêhna ser bi dewleta Rusî Gazprom soz daye hinartina gazê bo Ewropa destpêketeve piştî herdu alî bigehine rêkeftinê.