Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki Moon berev Rojhilata Navîn keftîye rê bo dinedana Îsraîl û Hamasê ku biryareka Neteweyên Yekgirtî qebul bikin ya ku daxwaza agirbestek demûdest li Kerta Xezze diket.
Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî bi têkrayî dengan piştgirîya bizavên birêz Ban kirin, piştî wî roja sêşembîyê li pişt dergehên dayêxistî zanyari dan endamên Civata Tenahîyê.