VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

12 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Olmert dibêje jibo agirbesteke li Xezze dem hêjta zû ye

12/01/2009

 

A Palestinian man carries a child, wounded in the Israeli military operation, into the hospital of the northern Gaza Strip town of Beit Lahiya, 11 Jan 2009Kabîneya Îsraîlê roja yekşembîye kom bûbû ku li ser pêngavên nû bipeyivin yên kiryara 16 rojan ya li dijî milîtanên Îslamî yên Hamasê li Kerta Xezze. 

Karbidestên saxlemîyê yên Xezzeyê dibêjin di wê kiryara 16 rojan ya Îsraîlê de bikêmîve 870 Filistînî hatine kuştin û Îsraîl dibêje wê ev kiryare kirîye jibo rawestandina avêtina muşekên Hamasê bo başura Îsraîlê.  Tê ragihandin ku sê Îsraîlî hatine kuştin.

Li demê ku hêzên peyade kurtir berev hundurê bajêre Xezzeyê ku zêdetir xelk lê dijîn ve diçin,  serokwezîr Ehud Olmert jî kabînê li Urşelîm-Qudsê kom kir.  Wî got jibo agirbesteke li Xezze hêjta wext zû ye.

Rêzdar Olmert got "Îsraîl her diçe nêzîktirî serkeftina armancên xwe dibe" belê wî got jibo zirar gihandina kêrhatîyên leşkerî yên Hamasê zêdetir wext pêdivîye.

Wî got jibo bi dawî anîna êrîşên muşekên Hamasê û guhorîna rewşa tenahîyê li başura Îsraîlê pêdivî bi sebr û bawerî yê heye.



E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din