Nexweşîyên AIDS, SARS, werem, Ebola gefek mezin in ji bo mirovanîyê. Ji ber dezgeh û derfetên veguhastinê ew nexweşî îro di dinya hevçerx de ji demên berê zûtir belav dibin. Di vê dawîyê de jî, mirov bi nexweşîya Avîan Flu, Înfluenza Balindeyan ango bi êşa mirîşka dikevin.
Di vê rûpela Dengê Amerîka de peyamhinêrên me dê we ji vê gefa êşa mirîşkan serwext bikin; nexweşîya ku şareza dibêjin çêdibe ku gelek mirov vegirin.