VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

14 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Barack Obama û qanon darêj behsa rewşa aborî dikin

14/01/2009

Dinav bizavek bilez de, tinê heftiyekê berî dest bikar bûna xwe weko 44 mîn serokê Amerîka Barack Obama alîkarên xwe yên sereke ji bo behs kirina hûrdekariyên pilana dine dana aborî hinartin.

Pilana dine dana aborî ku kêm kirina bacê û xerc kirinan di gire xwe, tê çaverê kirin aliyê kim 800 milyard dolaran rakit.

Ser rawêjkarê aborî yê serokê helbijartî, pêşniyar û pilanên dine dana aboî yên rêveberiya nû eşkera kir, û behsê çavaniya xerc kirina nîviya doyê ya 700 milyard dolarên pilana bi hawar çûnê kir.

Rêberê piraniya Demokratan dinav sinatê de, Herry Reid, piştî kombûneka yêk demjimêrî tevî bi rêz Obama got: Kombûnek gelek baş bû . ez baewir dikim em hemî hest dikeyn em diçîn li ser vê pirsê tevî serokê helbijartî di paşerojêde kar bikeyn , daku aboriya welatî ji wê koçalka kûr derbînîn.

Kombûna roja sêşembiyê bi merema nerim kirina hinek cudahiyan bû sebaret pilana dine dana aborî , piştî ku birêz Obama li gel hinek nerazî bûnê berev rû bû , dinavda endamên partiya wî xwe jî ya demokrat.

Li ser pirsa 700 milyard dolaran , pirograma vejandina servetê di aloziyê de ya birêz Obama naskirî bi TARP dixazit dezgehên darayî yên berfirehtir avabiket bo berpirsyar kirin û lêpirsînê, û diravek zêdetir jibo alîkarî kirina malbat û kardariyên Amerîka terxan bike.

Her çend komariyên weko Spencer Bachus nîgeraniya xwe diyar kirine ku dûr nine nîviya dohem ya 700 milyard dolaran bi awayek nebaş bête xerc kirin.


E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din