VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

14 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Îran çar kes gunehbar dike bi bizav kirina hilweşandina hikumetê bi piştevanîya Amerîka

14/01/2009

Alireza Jamshidi, Iranian Judiciary spokesperson
Elîriza Cemşîdî
Dezgehê Dada Îranê didete zanîn ew çaverê diket bi zûhî hukmek li dor doza çar Îranîyan bête dan ku tometbarin bi desthebûn linav planekê da bi alîkarîya Amerîka bi merema hilweşandina hikumeta Îslamîya Îranê.

Roja sêşembîyê peyivdarek Dezgehê Dada Îranî Elîriza Cemşîdî got desthilatdarên wî welatî ew çar berguman li Tehranê girtin.  Rohn nîne ka dadgeha wan kengî dest pêbûye lê belê wî peyivdarî got karbidest çaverê dikin ku dinav rojên bihêt da hikum bête dan.

Wî got dozgeran ew berguman tometbar kirîne bi bizav kirinê bo wergirtina kesên din û hîn kirina wan li derveyî welatî.  Wî çi zanyarîyên zêdetir li ser wê çendê nedan.

Îranê berî niha ajansek bi piştgirîya Amerîka tometbar kirîne ku bizavê dikin hikumeta wî welatî li jêr hilweşînin.


E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din