VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

09 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Civata Tenahîyê daxwaza rêkeftineka agirbestek zû linavbera Îsraîl û Hamasê diket

09/01/2009

UN Security Council session on Zimbabwe, 8 Jul 2008Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî biryarek derbaz kir sebaret ku daxwaza agirbeseka nû li navbera Îsraîl û milîtanêt Hamas li Devera Xezze diket.

Amerîka dûrî ji wê dengdanê ye belê 14 welatên din li Civatê biryar li duhî pêncşembîyê derbaz kirin.

Ew pîvane daxwaza rêzgirtineke temam dike û herwiha rêkeftineke bihêz ku bibe sebeba vekêşana temamîya hêza Îsraîlê ji Devera Xezze.

Ew biryare herwiha behsa parastina Îsraîlê diket û daxwazê diket bo bi dawî înana avêtina mûşekên Hamasê.  Biryar herwiha daxwazê diket li Neteweyên Yekgirtî bo harîkarîya misoger kirina bo rawestandina agirbestê; ji wan rêkeftineka çekên neqanunî û qaçaxçî ji alîyê Hamasê ve.

Tevî kiryara Neteweyên Yekgirtî ew dê li ser Hamas û Îsraîl bimînin, biryarê bidin bo rawestandina bizavên xwe yên leşkerî.

Karbidestên Neteweyên Yekgirtî dibêje bêtir ji 750 kesan li erdê Filistînîyan hatine kuştin û 1/3 ya wan zarok.  Li duhî pêncşembîyê Ajansa Harîkarîya Neteweyên Yekgirtî kiryarekê li Devera Xezze rawestandîye û dibêje ev jî jiber ya ew dibêje xetera ji alîyê leşkerê Îsraîlê ve.






E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din