Ukranya ragihand jiber kêşeya ku linavbera herdu welatan zêdetir dibe Rusya hemu jêderên gaza xwezahî bo Ewropa rawestandine.
Peyivdarê kompanya gazê ya Ukranya Naftohaz got kompanya mezina Gazprom ya Rusya bi temamî sibêdeya çarşembiyê hinartina gazê bo welatên Ewropî rawestandîye. Karbidestên ji welatên Nemsa, Slovakya, Romanya û Komara Çekî jî herwisa rawestandina gazê ji layê Rusya ragihandin.
Niha jimara welatên ku keftine ber bandora rawestandina gazê ji alîyê Rusya ve gihîştîye 12. Karbidestên Yekîtîya Ewropa jibo nehinartina gazê bo van welatan ji alî Rusyayê ve wek cihê ne qebulîyê anî zimên.
Rusya şandina gazê bo Ukranya li yekê meha yek rawestandibû bi egera kêşeyeke li ser buhayê gazê. Ji wê demê heta niha gaza ku ji ser Ukranya bi luleyan di herike nav Ewropa ji nişkêva birrî û Kyiv gunehbar dike bi dizî kirina gazê.
Şeş welatên Balkanê tevî Macaristan û Turkîye roja sêşembîyê bi temamî rawestandina gazê ragihandin. Fransa û Îtalya dibêjin gaza welatê wan 70% hatîye birrin.