|
Wezîrê Derveyê Finlandiya Alexander Stubb |
Rêxistina tenahîyê ya herî firêh li Ewropayê dibêje ew dê dest bi girtina rêxistina xwe ya çavdêrîyê li Gurcistanê bikin jiber ku li dawîya vê mehê muhleta wezîfa wan bi domahî têt û Rusya bi rikeberî kirinê nehiştîye ku ew muhlet dirêjtir be.
Wezîrê Derveyê Finlandiyaye Alexander Stubb yê ku dora welatê wî ye serokatîya Rêxistina Tenahî û Hevkarîyê ya Ewropa (OSCE) dike, roja duşembîyê got ew "gelek" bi ber biryarê ketîye. Wî got rêxistinê daxwaza sê mehan kiribû jibo dirêj kirina muhleta wezîfê bele Rusya nehiştîye bi egera ku xwestîye rêxistin xwe du par bike da ku di tanga Rusya de be li ser nas kirina du herêmên cudabûyî yên Gurcistanê; Abxazya û Ossetia Başur wek welatên serbixwe.
Tevahîyên biryarên OSCE divê ku bi temamîya dengan bête qebul kirin.
Rêzdar Stubb herwisa got ew hêvî dike ku li sala bihêt danustandinêt li ser paşeroja wezîfa OSCE li Gurcistanê berdewam bin.