Serokwezîrên Turkîye û Iraqê rêkeftin ku hevkarîya xwe bidomînin bo şer kirina li dijî serhildayên cudaxwazên Kurd yên ku li bakura Iraqê xwe bi cîh kirine.
Serokwezîrê Turkîye Recep Tayyip Erdogan û hevtayê wî yê Iraqî Nurî El Malikî roja çarşembîyê li ser şerrê dijî serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê anku PKKê axiftin li Ankara.
Erdogan got terorîzm hem jibo Turkîye hem jî jibo Iraqê metirsîyek e.
Rêzdar Malikî piştevanîya xwe anî zimên jibo komîteya ku meha buhurî ji alî Turkîye, Iraqê û Welatên Yekgirtîyên Amerîka ve hatibû danan bo şer kirina li dijî PKKê.
Rêzdar Malikî herwisa digel serokê Turkîye Abdullah Gul jî li ser vê rewşê axift.