Wî herwisa got dê jibo wî zehmet bit ku dergehê zindana Guantanamo Bay li Kuba daêxît, cihê ku niha zindanîyêt şerrê dijî terorê li wê derê têne ragirtin, lê soza xwe dubare kir ku ew dê wê navendê daêxît û gotAmerîka girtîyan îşkence nadet.
Birêz Richardson duhî yekşembîyê got ewî biryar da piştî desteya sondxwarê federal biryar da li ser bizavên siyasî ligel kompanyayekê kontraktên hikumetê li wilayeta wî bi destve înandî.
Ev harîkarîya hikumetê dihête bi karînan bo zêdekirina firotina otomobîlan dinav xwe da, ew jî ew e ku pitir deyna bidine bikira demê otomobêlan dikirin belê şareza dibêjin bi vê harîkarîyê gelek egera xwe nabît.
David Axelrod roja yekşembîyê dinav hevpeyvînekê de tevî televizyona CBS got xerca wê planê hêjta biryar li ser nehatîye dan lê wi got piranîya aborîzanan hevbîrin ku rêveberî dê pêdivî bitin bi pişkek ji wî diravî bo vejandina aborî xerc biket