Papa Benedict tika û daxwaza xwe ya roja Christmasê anku roja li dayikbûna Îsa Mesîh arasteyî cîhanê kir ku dilovanî bû rehm û dilsojîyê pêşkêşî xelkê bê mal û hal, û zarokên keftî ber zêdegavîyê û azardanê bikin.
Benedict jibo wan ziyaretvanan axift ku li Vatican jibo guhdarî kirina gotara wî ya êvara Christmasê kom bûbûn di demekê de pitirî milyonan kesan bi rêka televizyonê li 65 welatan guhdarîya gotara wî dikirin.
Wî got berî 2000 salan, berî niha Xwida zarokek weku Îsa Mesîh anî hebûnê da ku daxwaza dilovanîyê biket her weku her zarokek daxwaza wê çendê diket, lê belê wî got zarok hene ku ji dilovanîya dayik û baban û hebûna mal û halan bê parin dinavdayên bi awayek hovane weku şerker hatine bikaranîn, yan jî keftine ber zêdegavî û azardanê.