Komeleka leşkerî ku dibêje Gînya kontrol kirye berbend kirina hatin û çûnê li seranserê welatî ![Guinea Guinea](https://webarchive.library.unt.edu/eot2008/20090117101541im_/http://www.voanews.com/kurdi/images/guinea_210.jpg) |
Gînya |
ragehand.
Di belavokekê de ku li radîyoya dewletê hat xandin, rêberêt wergêrana leşkerî ku xwe binavê Civata Niştîmanî bo Dimokrasîyê û Pêşveçûnê dete nasîn got, berbend kirina hatin û çûnê ji roja çarşembî dest pê dike û her şev dê ji demjimêr 8ê şevê heta 6ê sipêdê berdewam bit.
Berî nûke li gotareka dî li radîyoyê, kapîtan Moussa Camara got heta du salêt dî helbijartin dê hêne kirin. Wî herwisa hikûmeta medenî binaskar kir ko bizavê diket destkîsêt bîyanî bikar bînit.
Ajansa Associated Press liser zarê serok wezîrê Gînya Ehmed Tidiane Souare ragehand ku dibêjit ew gotin neraste.
Serok wezîr, serokê hêzêt leşkerî û peyvdarê perlemanî dibêjin, hikûmeta medenî hêşta liser desthelatê ye. Ew dibêjin bitinê jimareka kêm ji serbaza wergêrana leşkerî kirye û dibêjin hikûmet ya bizavê diket careka dî destûdarî kontrol biketeve.