Obama du postên din yên sereke yên nav kabîneya xwe pir kirin
17/12/2008
Serokê hilbijartî Barack Obama berbijarê bo Wezareta Xwendinê Arne Duncan pêşkêş dike.
Serokê hilbijartîyê Amerîka Barack Obama du postên din yên sereke yên nav kabîneya xwe pir kirin demê wezîrên kiştûkal û xwendinê hilbijartin.
Birêz Obama roja sêşembiyê Arne Duncan wek berbijarê xwe yê jibo rêberî kirina Wezareta Xwendinê ya Amerika ragihand.
Duncan serokê xwendingehên giştî ye li bajêrê Chicago û sêyemîn sîstemê mezinê xwendîngehên welatî heye.
Serokê hilbijartî pesnê karên reforman dan yêt ku wî li xwendîngehên Chicago kirîye.
Herwisa roja sêşembîye karbidestên Demokrat gotin serokê hilbijartî plan diket fermandarê berê yê wilayeta Iowa weku Wezîrê Çandinê yê welatî destnîşan biket.