Îsraîl destûr da bi sedan bîyanîyan bo karibin ji Kerta Xezze derkevin ji cihê ku ev heft rojin Îsraîl li dij Hamas kiryara leşkerî didomîne û nêzî 420 Filistînî kuştine û nêzî 2000ên din jî birîndar kirine.
Çaverê tê kirin ku nêzî 400 kes îro în ji Xezze derên ku ev jî dibe egera şikan ku hêzên peyade yên Îsraîlê ku bi hezaranin li dor tixub kom bûne kiryareke ji erdê birêve bibin.
Leşkerê Îsraîlê roja înê jibo 48 demjimêran Kenara Rojava girt û nahêle ji bilî rewşek tengavîyê kes têkeve nav erdê Felestînê yê dagirkirî.
Herwisa bi hezaran hêzên tenahîyê yên Îsraîlê jibo êrîşan li hemana ne piştî ku Hamas piştî limêja înê ji Felestînîyên li Kenara Rojava û Urşelîm-Qudsê re gotîye ku di "roja xezebê" de xwenîşandanan bikin.
Hamas sonda tolhildanê xwar, piştî ku Îsraîl roja pêncşembîyê bi êrîşa asmanî oldarê wan yê bi navê Nizar Rayyan kuşt, ewê ku yekem rêberê pillebilindê Hamasê bû bi êrîşa asmanî hate kuştin.