Wezîrê Saxlemîya Endonezya dibêje zilamekî xelkê rojavaya Jakarta ji ber înfluenzeya balindeyan mirîye û bi vî awayî li vî welatî jimara kesên ku bi vîrusa vê nexweşîyê dimrin gihîştîye 86.
Peyivdarekî Wezaretê got ew zilamê 21 salî roja înê piştî ku sê rojan hatîye çareserkirin li paytextê mirîye. Peyivdarî got du testên labaratuarê piştrast kirine ku ew zilam ji ber vîrusa înfuluenzeya balindeyan ya cura H5N1 mirîye.
Karbidestên saxlemîyê hêj nizanin ka ew zilam bi çi awayî ew vîrus wergirtîye.
Sed û heft Endonezî bi vê nexweşîya înfluenzeya balindeyan ketine; ji ber vê yekê jî Endonezya di nav hemu welatên cîhanê de xwedîyê bilindtirîn jimara kesên ku ev nexweşîyê wergirtîne ye. Vietnam jî bi 100 kesên ku nexweşîyê wergirtine û 46 kesên pê mirine dibe welatê duwê.
Li seranserê cîhanê ev êş bi balindeyan ketîye. Piranîya mirovên ku bi vê nexweşîyê ketine ji ber ku destê wan bi van teyr û tewalên nexweş û zîrça wan ketîye nexweş bûne.
Zanyar di wê xemê de ne ku dê di demek gelek nêzîk de ev êş têkeve şiklekî nû ku karibe dinav mirovan de jî belav bibe.