Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Ji bo çareser kirina nexweşîya Înfluenzeya Balindeyan 400 milyon dolar hate dan

08/12/2007

Di konferanseke li ser Înfluenzeya Balindeyan da li paytextê Hindistanê li New Delhi xêrxwazên navnetewî zêdeyî 400 milyon dolaran nezr kirin jibo çareserkirina nexweşîyê li cîhanê. 

Heftîya buhurî xêrxwazên navnetewî ev pare dan li roja dawîn ya konferansa sê rojî ku ji zêdeyî 100 welat beşdar bûbûnê. 

Di bizava dijî Înfluenzeya Balindeyan da, welatê ku zêdetirîn pareyan dide Welatên Yekgirtîyên Amerîka 195 milyon dolarên din nezr kir.

birdflu_chickens_200Cîgirê serokê Banqa Cîhanî Peter Harrold got hêj kêmasîya pareyan heye lê belê dîsa jî kesî texmîna ewqas  pareyê zêdetir yê ku hatîye dan nedikir.  Wî jibo vê yekê got ev bersiveke gelek bi hêvî ye jibo çareser kirina vê pirsgirêkê.

Xêrxwazên navnetewî heta niha 2 milyar û 300 milyon dolaran nezr kirine bo alîkarîya welatên paşmayî da ku karibin li dijî vîrusa vê nexweşîyê bizavê bikin.

Serokwezîrê Hindistanê Manmohan Singh yê ku di konferansê de axaftinekê kir balê kişand  ser girîngîya saxlemîya heywanan.

Wî got baştirîn rê bo konrtol kirina belav bûna nexweşîyê ewe ku nexweşî di cihê wê de bê çareser kirin û got zanistên Hindî derzîyekê çêdikin ku wê hem jibo balindeyan hem jî jibo mirovan bi kêr bê.  

Karbidestên WHO, Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî dibêjin di belav bûna nû ya nexweşîyê de wê ji sedî 20 serjimara cîhanê têkeve bin bandora wê nexweşîyê.

Ji sala 2003 were heta niha bi nexweşîya Înfluenzeya Balindeyan zêdeyî 200 mirov mirine.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Hemas bi şertêt Israîlê bo şer rawestanê razî nabit

  Babetên din
Amerîka razî boye harîkarya Israîlê biket ko çek negehne destê Hemas
Raporta rêkxistîya Zêrevanîya Mafêt Mirovan liser rewşa mafêt mirovan li Turkîyê li sala 2008  Audio Clip Available
Serokê CIA dibêje Îran nêzîk e biryarekê bide li ser berdewam kirina bernama xwe ya navokî
Muharrem Erbey raporta salane ya Human Rights Watch li ser Turkîye nirxand
Hinartiyê Îsraelî li qahîreye ji bo behs kirin li ser pêşniyara agir-besa ji aliyê Misrê ve
Amerîka digel Îsraîlê kar diket li ser rêkeftina agirbestê li Devera Xezze
Hamas dibêjît ew agirbesta bi navberî kirina Misrê red naket
Iraq peymannameya bo qedexe kirina çekên kîmyewî mor kir
Barack Obama û qanon darêj behsa rewşa aborî dikin
Joe Biden got lazime tîreyên sîyasî yên Iraqê kêşeya Kerkuk linavber hev çareser bikin
Îran çar kes gunehbar dike bi bizav kirina hilweşandina hikumetê bi piştevanîya Amerîka
Ban Ki Moon berev Rojhilata Navîn keftîye rê bo dinedana navbera Îsraîl û Hamas
Serbaz û tankên Îsraelî li nav bêjêrê Xeze ne
Olmert dibêje jibo agirbesteke li Xezze dem hêjta zû ye
Çar alîyên sîyasî li hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê raportek belav kir
Obama dibêjit wa pê naçit di yekem sed rojên serokatîyê da Guantanamo bê girtin
Hêrişa Îsraelî li dîjî Hemasê berdewame
NY Times: Amerîka alîkariya hêrişa Îsraelî li dijî Îranê nekir  Audio Clip Available
Têkeliyên nêvbera Herêma Kurdistan û Turkiye  Audio Clip Available
Rewşa penaberên Kurd li Berîtaniya  Audio Clip Available
Bi sedan hezar Musilman ji Amman heta Jakarta xwepêşandan dikin li dijî Îsraîlê
Obama got reng e aborîya Amerîka hêjta xirabtir bibît
Rusya û Ukranya hejta negehêştin rêkeftinekê li ser gaza xurustî
Civata Tenahîyê daxwaza rêkeftineka agirbestek zû linavbera Îsraîl û Hamasê diket