Brîtanî û Macar dibêjin herdu vîrusên Înfluenza Balindeyan ji hev in
14/02/2007
Karbidestên Saxlemîya Brîtanya dibêjin ceribandinên li ser vîrusa H5N1 nîşan dane ku ew vîrusên ku li Brîtanya û li Macaristan hatine dîtin wek hevûdû ne anku yek vîrus in.
Lê belê dixtorên heywanan yên Brîtanî ku lêkolîna vê bûyerê dikin dibêjin tu delîl nînin ku di navbera herdu welatan de bazirganîyeke neqanûnî ya berhemên teyr û tewalan hatîye kirin.
Hin perçe ji teyr û tewalên mirar bûyî hatine wergirtin jibo ceribandinên bîyolojîya molekulî.
Li Budapeşte karbidestên saxlemîya lawiran ango heywanan dibêjin ji welatên wan tu teyr û tewalên sax an jî hêkên wan ne hatine şandin; ne ber bi Brîtanyayê ne jî ber bi welatekî dî ve ji wê dema ku vîrusa merivkuj li başûra vî welatî hatîye dîtin û virda ye.