VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

10 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan

Radio Shows

DI RADYO DE


Her rojên heftîyê, Radyoya Dengê Amerîka rojê çar caran bernameyên ku nêzî seetekê berdewam dikin bi zimanê Kurdî belav dike. Her roj seet li 12ê şevê, li 9ê sibê, li 12ê piştî nîvro, li 2ê piştî nîvro bi dema Washingtonê ev bername belav dibin,ku her yek tê de nuçeyên wê rojê, raportên li ser pirsgirêkan ji alî peyamhunerên me ve tên şandin tên xwendin, stranên Kurdî, Amerîkî û navnetewî tên belav kirin. Û herwiha her rojeke heftîyê bernameyeke bi babeteke taybet tên belav kirin, li jêr navê van bernameya tê dîtin.   

Panorama:  Di vê bernama heftane de hevkarê me Belên Salih behsa bûyerên girîng yên heftane dike û herwisa hevpeyvîn û raportên girîng yên heftîya buhurî ku ji alîyê Pişka Kurdî ya Denngê Amerîka ve hatine amade kirin pêşkêş dike.

Geryana li nav Rojnameyên Amerîkî û Cîhanî: Her rojên heftîyê Bernama Geryana li nav rojnameyên Amerîkî û Cîhanî ji alî hevkarên me ve tê amade kirin. Hun dikarin her roj di nav heftîyê de di bernameya seet 9ê sibehê li geryana rojnameyên Amerîkî, û li 12ê nîvê şevê bi dema Washington li geryana rojnameyên cîhanî guhdarî bikin. 

Helbest:  Her rojên heftîyê di bernameya 2ê piştî nîvro de bi dorê hevkarên me ji we re helbestên Kurdî dixwînin.
Dora wan hevkaran ev e: Şayan Paşa roja yekşemê, Xelefê Zebarî roja duşemê, Hêro Zengene roja sêşemê, Fexrîya Doskî roja çarşemê, Janî Diylan roja pêncşemê, Balên Salih roja înê û Selah Pîrotî jî
 roja şemîyê helbest dixwîne.

 Wekî din bi dorê bernameyên me ev in:


Yekşem:
Bernameya Jin, Malbat û Civat, ji alî hevkarên me Fexrîya Doskî û Muteber Şîrwanî ve tê amade kirin û pêşkêş kirin. Di bernameya demjimêr 12ê nîvro de tê belav kirin.

Bernama Musîka Amerîkî hemî rojên yekşem li bernama demjimêr 2 yê piştî nîvro bi demê Washington dête pêşkeşkirin. Di vê bernamê da dawîtrîn sitranêt Amerîkî, Top Ten, jiyan û berhemêt sitranbêjên Amerîkî dête belav kirin. Gohdar dişên daxaza sitrana biken û bikene dyarî. Ev bernameye ji layê hevkaran Çêrîn Berwarî û Ahmed Barzanî dête pêşkeş kirin.


Duşem
Bernameya Saxlemîyê
Bernama Saxlemîyê hemu rojên Duşema di bernameya demjimêr 12ê nîvro bi dema Washington de tê belav kirin.  Di bernamê de ji alî hevkar Wrya Kalle ve hevpeyvîn tên kirin digel nûjdarên Kurd li seranserê cîhanê, sebaret nexweşî yên belav, çareserkirina wê  û xweparastina ji van nexweşîna.  Di bernamê de her heftî babetên cûda tên belav kirin.  Eger win jî bixwazin bernameyek taybetî li ser nexweşîneke ku bala we kişandibe bê amade kirin, bi riya telefon, e-mail û faksê daxwazên xwe ji me re bişînin. Numereyên telefon û faksê li jêr, di rupela bi navê "Peywendî" de ye. Em hêvîdarin ku win hemu rojên Duşema guhê xwe bidin Bernama Saxlemîyê û sûd û feydê ji bernama me wergirin     


Sêşem:
Bernameyî Kurd le Tarawgeh an Kurd le Henderan
Bernameyî Kurd le Tarawgeh an Kurd le Henderan bernameyekî heftane ye, rojanî sêşema le katjimêre 12:00 be katî Washington belav debît.  Têyda behsî kesayetîy Kurd le derewey welat û behsî dahat û berhemekanyan dekrê.  Heyder Kerîm mêwandarî em bernameye dekat.

Bernameya Jîyan li Amerîka
Ev bername ji alî hevkarên me Dexîlê Şemo û Şayan Paşa ve tê amade kirin û pêşkêş kirin. Bername li ser hemû alîyên jîyanê li Amerîka ye wek ku xwendinê, karûbarên civakî, hunerî û her wekî dî.  Ev bername di demjimêr 9ê sibê bi dema Washington tê belav kirin.


Çarşem
Bernameya Kesayetî yên Amerîkî:
Ev bername kesayetî yên bi navûdeng yên Amerîkî dide nasîn û ji alî hevkarê me Dexîlê Şemo ve tê pêşkêş kirin.  Bername di 9ê sibê de tê belav kirin. 

Bernameyî Bihevra
Bihevra le amadekirdin û pêşkêşkirdinî Hêro Rahîm, Çêrîn Berwarî, Bêrîvan Yusifî, Zîba Sindî û Nazdar Zada.
Bernamekî heftaney ferhengî hunerî ye, sebaret be karûbar û çalakî gîrûgiruftekanî lawan û ciwanane, ke hemu rojanî Çarşema le bernamey 12:00 / 1:00 paşnîwero be katî Washington û 6:00 / 7:00 êwara be katî Greenwich belaw debîtewa.   

Pêncşem :
Bernameya Nameyên guhdaran û Muzîka Kurdî
Ev bername ji alî hevkarên me Fexrîya Doskî û Heyder Kerîm ve tê amade kirin. Eger win bixwazin stranên Kurdî yên ku kêfa we jê re tên bên belav kirin bi rêya e-mailê win dikarin daxwazên xwe ji hevkar Heyder û Fexrîya re bişînin û ew dê di bernameya 12ê nîvro de bên belav kirin.

Bernameyî Estere Geşekan:
Bernameyî Estere Geşekan bernameyeke taybet be xewnewcuanekanî minalanî behremen we hewlekanî bawan bo perwerde kirdinî minalanî xunşîrîn û çavgeş. Eger her minalek beşdarî biket lem bernama razaweyede lelayan beşî Kurdî Dengî Amerîka xelat werdegrêt. 

Bernamey Estere Geşekan hemu rojanî Pêncşema le bernameyî katjimêr 12 yî nîweşew be katî Washington û rojî eynî le katjimêr 9yî sibêde le layan Hêro Zengene wa pêşkêş dekrêt.


În
Bernameya Hello Washington
Ev bernameya zindî her heftî ji alî hin hevkarên me yên cuda ve tê pêşkêş kirin.  Di vê bernamê de her heftî liser pirsgirêkeke nû guftugo tên kirin û guhdarên me ji her alî cîhane dikarin di vê bernameya zindî de pirsên xwe ji mêvanên bernamê li ser hesabê Radyoya Dengê Amerîka bipirsin û tevlî bernameyê bibin. Ji bo ku tevlî bernamê bibin rojên Înê seet 12ê nîvro bi dema Washington li van numereyên belaş bigerin:

Jibo kesên ji her alî cîhanê telefon bikin: 1-202-619-3861 Telefona operatorê bikin û jêra bêjin hun dixwazin (Peywendîya Belaş - Call Collect) bu vê jimarê biken.

Li Turkîye (Peywendîya Belaş - Call Collect) 0800-314-0115 (Telefona operatorê Turkîye bikin û jêra bêjin hun dixwazin peywendî bi Medya re biken, jimare 1-202-619-3861)

Bernameya Proseyî Sîyasî le Emrîka :
Eger tuîj wekû min detewê bizanî ke sîstimî sîyasîyî Emîrîka çon kardeka, tikaye hemû rojanî heynî giwê le bernameyî Prosey Sîyasî Le Emrîka bigre, ke le bernameyî katjimêr 2:00 pasnîwero be katî Washington belaw debêtewe. Hemû hefteyêk min Mûteber Şêrwanî pirsyar le şarezayan dekem bo şîkirdnewey destûrî wilat, basekanî berêwebirdin, yasadanan û dadwerî. We şîkirdneweyî fîdralîzim we prosey dîmokrasî le Emrîka, bo nimûne çon helbijardinekan berêwe deçin we rolî partîye sîyasîekan. Em bername le ser şepolekanî kûrtî 31, 25 , 19 mîtrî belawdebêtewe.

Şemî
Bernameyî Ferheng û Tore:
Hawkaran Balên Salih we Xelefê Zebarî em bernamey pêşkêş deke û le bernameyî katjimêr 12:00 yî nîwero be katî Washington belaw dekrêtewa.   Eger rojî şemî le bîrit çû detwanî le ser malperî soranîyîj go bigrî lem bernameye.

Bernameya Mêzgirt:
Her rojên şemîyê nêzî deh deqîqe li ser babet û pirsgirêkên li rojevê dê hevkarên me giftûgoyan amade bikin û ev bername dê di bernameya demjimêr 2ê piştî nîvro de bê pêşkêş kirin.