VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

10 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Sernivîs - Xwenîşadanên Xwendekarên Îranê


13/12/2008

Tevî berdewamiya tepeserkirina xwendekaran ji alîyê rijêma Îranê ve, xwendekarên Îranê bîrewerî ya Roja Xwendekaran bi jimareka xwenîşandanan evsal kirin. Roja Xwendekara, her sal li 6 ê meha 12 tête kirin û ew bîrewerîya kuştina sê xwendekarên Îranî ye ji alîyê hikûmeta Îranê ve li salên 1950 yan.

Li zankoya Tehranê, bi sedan xwendekar ji jimareka zankoyên Îranê xwepêşandan kirin jibo piştevanî kirina azadîya akadîmî û rêzgirtinê li mafên mirovan. Xwepîşandana giropê xwendekaran yê binavê Ofîsa Bihêzkirina Êkgirtinê rêkxistî li 7 ê meha 12 hat kirin bo rêgirtinê li şerekî digel karbidestan li Roja Xwendikaran bixwe. Digel hindê jî parastin li zankoya Tehranê li 7 ê mehê gelek tûnd bû.

Xwendekarekî gote dezgehên ragehandinê , parastin li wir baş tûnd bû û karbidestan qet rê ne dida kesekî bête jor, belê xwendikaran perjan şikandin û keftine nav zankoyê. Li gora dezgehên regehandinê xwedikaran daxweza mafên xwe yên binaxeyî di kir weka azadiya axaftinê, mafên mirovan û wekhevî ya jin û mêran.

Di pêra bi dû rojan, anku li roja 9 ê meha 12, çend sed xwendekara li zanîngeha Şîrazê xwepêşandanên xwe rêkxistin. Xwendekarekî pişikdar di wê xwepêşandanê de gote Radyoya Ferda, xwepêşanderan nerazîbûn dikir hemberî Serok Ahmedînijad, reberê bilindê olî li Îranê kû rexneyê qebûl nake, hemberî desteser kirina çalakîyên sîyasyên xwendekarên zankoyan û her wesa bend kirina çapemenîyê.

Li Îranê û li çend salên borî, bi sedan xwendekar hatin girtin, ji zankoyan hatin derxistin û hatin zindan kirin bi tawana diyar kirina bîr û bawerên çûda. Berdewamîya amadebûna xwendikarên Îranê bo bi destve înana mafên cîhanî li hember zulim û zor û tepeser kirina hikûmetê taqî kirina hez û rijdîya wane. Bi gotina wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice, ew her wesa heza di nav dilê her mrovekî deye jibo azadîyê.


Listen to This Report Sernivîs
Dagirtin  (MP3)
Listen to This Report Sernivîs
Guhdarî bike (MP3)
E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din