VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

10 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Sernivîs Ev sernivîsa ku win dixwînin bîr û bawerîyên Welatên Yekgirtîyên Amerîka tîne zimên
Walatek Sopas Gozariyê Dikit
27/11/2008

   4 mîn pêncşembî ya meha 11 rojek nîştimanî ya sopas gozariyê(Thanksgiving) ye li Amrîka. Ev edete gelek kevne, hevbere li gel gehiştina yekimîn akinciyên Êngilîzê bo bakorê Amrîka, yên ku piştî yekimîn çandiniya serkevtî li ser erdên xwe cêjin gêran û sopas gozarî kirin.

Li ber ku dikeve nav werzê peyîzê, roja sopas gozariyê li tevî gelek rojên bêhin vadana çandiniyê li welat û keltûrên din hevdeme, weko rê ûresmên Trun Thu ya Vêtinamiyan û weko festîvala salaneya Homowo li welatê Ghana. Hêşte jî bi patina Elok(qel)ê jibo xaeina şevê endamên malbatê kom dibin cihekê, yariyên footbalê dileyîzin û bi rêje birêve diçin. Ewa tiştike ku taybete bi wê rojê ku bi temamî rojek Amrîkî ye.  Ev roje Tevî 4ê meha 7, wextê Amrîka serbixweyî ya xwe ji Birîtanîa ya mezin ragehand, bi rastî rojên bêhnvedanê ne ku hemî kes bêy liber çavgirtina ol û sîyasetê yan nijada xwe pişikdarî yê têde diken.

Ew her wesa wextê hindê ye ji bo xelkê ku berev paş berêxebidin, û ji bo paşerojê hizirên xwe bikin. Li demekê de ko alozî yên aborî bal biser Amrîka û pişkek zav li cîhanê de kêşaye rewşa nexoya ya sala 2009 ê dê îro dinav gelek mejiyan de cih bigirit. Dirastî de, serokê Amrîka Abraham Lincoln  jî yekimîn roja xwe ya Thanksgiving ê dinav dest ûdarek hosa zehmet de derbaz kir, demê Amrîka dinav şerê navxweyî de bû.

Lê wek pîr û kalên xwe yên colonî, Amerîkî xelkek geşbînin. Li demekê de hemî endamên malbatê li dor hev kom dibin, îro wek salên bihorî ew dê roja xwe bi xweşî dest pê bikin. Dê sopasa wê hebûn û kerema jiyanê bikin, tevî sopas kirina derfta jiyan kirinê li ser erdek azad.        


Listen to This Report Sernivîs
Dagirtin  (Real)
Listen to This Report Sernivîs
Guhdarî bike  (Real)
E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê