VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

10 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Sernivîs Ev sernivîsa ku win dixwînin bîr û bawerîyên Welatên Yekgirtîyên Amerîka tîne zimên
Bizava Vejandina Aborî ya Cîhanê
24/11/2008

   Civîna li ser bazarên dirawî û aborî ya cîhanê ku li 14 û 15 ê meha 11 li Waşington ê hate girêdan, pêngava daviyê ya gerek bizavên girîng bû ji alî yê hêzên mezinên aborî yên cîhanê ve ku bi merema çare ser kirina alozî ya dirawî hate rakirin. Kombûn û çend rojên xwe amade kirinê ku bi ragehandina  pilana dest bi karbûnê ya rêberan bi domahî hat, bû bingehek ji bo pêk anîna rîforman bi merma kêm kirina gefa wê alozî yê di paşe rojê de. Ev yek, tevî wan bizavên pêşwext dest pê kirî bo sivik kirina karîgerî ya wê girifta aborîa niha heyî, sozên dest bi karbûnê û pilanên ji   bo civînek li pey çonê li meha5 sala bihêt bi merema zêrevanî kirina pêşve çonê, hemî bi hevre aborî ya cîhanê dobre ber bi vejînê diben.

     Li vê civînê nûnerên 20 hikometan bilez dest bi kar bûn ji bo des nîşan kirin rê û şûnan bo pêk anîna  rîformê dinav vê rêveberîa bi gefe ya niha di bazarên dirawî yên cîhana modern de heyî. Pilana dest bi kar bûnê wextek dîar kirî digirte xwe bo cî bi cî kirina bi lez ya biryaran, dinav de standardên bilind kirî yên warê hisab darî yê, zelal tir kirina prose yên karî, û parve kirina zanyarîan dinvbera dem ûdezgehên dirawî yên çalakên cîhanê de.

     Pişikdarên civînê her wesa xwe pêgîr kirin ku bizavên xwe nûjen biken bi awayekê ko dan û standinên dohe (Doha Round) bigirne xwe yên li miha 7 gehiştine binbestê. Her wesa xwe dûr bigirin ji danana tixoban ji bo bazirganî yê , û yêk dengî yê biparêzin ji bo  sîasetên pêşde birina aborî. Li demekêde  wan sebert  aborî ya cîhanê zanîarî pêşkêş kirin, rêberan her wesa  daxwaz kirin aborî yên di berev pêşçonê de dengek bilind tir û nûner dinav dem û dezgehên dirawîn navneteweyî de hebin.

     Serok George Bush got baştirîn rêk ji bo çareser kirin giriftên me ewe ku aborî pêşde biçe  û geşe bike, û her wesa pê dagirte ser armancên kombûnê û got rêka herî pişt rast kirî ji bo pêşve çonê bazara azad ya sermaye dariyê ye.

Çi kiryarek bi tinê ji aliyê welatekî ve bes nabe ji bo nehêlana vê karîgerî ya aborî ya niha heyî. Lê belê, xwe rêkxistin û pêkve kar kirin berev yek rêbaz, weko rêbaza di civîna giropa 20 de hate pesend kirin, dê amêr û kerese yên pêdivî ji bo aborî ya cîhanê berdest bike ku bikare pitir ji her wextî bi hêz bibe.          


Listen to This Report Sernivîs
Dagirtin  (Real)
Listen to This Report Sernivîs
Guhdarî bike  (Real)
E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê