VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

10 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Sernivîs Ev sernivîsa ku win dixwînin bîr û bawerîyên Welatên Yekgirtîyên Amerîka tîne zimên
Vegohastina Xatîra Serokatiyê
20/11/2008

  Vegohastina edetî û aştiyane ya deshelatê ji rêveberiyek serokatiyê ve bo ya li pey wê, nîşanek nirxandina demokrasî ya America ye, û piştî helbijartinên nîştimanî yên 4ê meha 11 ew proseye carek din birêve diçe. Berêkanê ya serokatî yê li sala 2008, proseyek drêj û lêk veker bû, ko li wextek karîger, de nav dîroka vî welatî de çe dibe. Lê belê, Amrica bizavên din yên helbijartinan li vî awayîdêtî ye ku piştî hemî deng hatine hejmartin Amrikî carek din xwe dayne pal hev daku mîna yek welat û yêk gel berev pêş biçin jibo çareser kirina giriftên ew tevde berevrû bûne.

  Tinê 9 heftî mane ku Barak Obama yê bi serok helbijartî li 20 maha yek sala 2009 biçe ofîsa xwe. Dinav midehê vegohastina deselatê de ew diviya serokê dîwanê jibo Seraya Sipî helbijêrît, tevî 14 wezîran, û hindî bikare cêgir wezîr û karbidestên dinku ew bişêt li roja yekê ve welatî bi rêve bibe.

  Heta berêî roja helbijartinan, û bêy hindê bizane ka kî dê cihê wî bigire serok George Bush ferman da hemê kabîna xwe û karmendan ku pêgîrbin bi hindê vegohastin bi nermî û bi başî birêve biçe. Niha ku deng hatine helbijartin, ajasên fedralî û karmendên Seraya Sipî xwe amade dikin li ser pirsên berçavên hilpisartî zaniyarîan biden tîma serokê helbijartî, her wesa zaniyarîan ka ew ajans bi çi rengi kar diken. Eger kesên serok Bush damezrandî berî roja cih gihorînê karên xwe bihêlin. Karmendên giştî yên hikometê amadene berpisyaretî yên xwe zêde biken heta serokên wan ajansan cihê xwe digirin. Wezîra derve ya Amrica Condoleeza Rice got wezareta derve dê he karek ê bike jibo birêve çona vegohastinê bi awayek liserxwe diwarê siyaseta derve de.

  Ew 2 mehên navbera roja helbijartinê û roja cih girtina serokê nû kevtiye ber êrîşa derbên giran û wê çendê pirsa çareserkirina giriftên aborî yên berev rûyê Amrica û helbete cîhanê jî bûy kiriye pirsek dem û dest. Serokatiyek serkevtî û programên çareserkirina van giriftan pêdivê bi pilan danînê heye, lê belê, sîstemê wegohastina serokatîya Amrica wî wextî û derfeta cî bi cî kirina wêçendê berdest dike.


Listen to This Report Sernivîs
Dagirtin  (Real)
Listen to This Report Sernivîs
Guhdarî bike  (Real)
E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê