VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

17 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Sernivîs Ev sernivîsa ku win dixwînin bîr û bawerîyên Welatên Yekgirtîyên Amerîka tîne zimên
Sernivîs: Rewşa dawî li Tirkîye
27/09/2006

Li êrişên bi bombeyan li vê dawîyê li Stenbûl, havîngeha Antalya û li jimareke dî ya bajêrên Tirkan, sê mirov hatine kuştin, pêtir ji 20 kesan jî birîndar bûn. Berpirsîyarîya wan êrişan Teyrebazên Azadîya Kurdistanê wergirt, bawerî tête kirin ku bi komela terorîst Partîya Karkerên Kurdistanê, an PKKê, ve girêdayî bît. Alîkarê peyivdarê Wezareta Derve ya Amerîka Tom Casey li ser wan êrişan peyivî.

 

Peyivdarî got ‘‘Bêgûman em êrişên bi piştevanîya PKK, yên ku li Tirkîyê qewimîn, mehkûm dikeyn. Li encama wan jimareke kesan birîndar bûyne û çend kes mirîne. Rohn e ku ew kiryar ne yên qebûlê ne. Divêt PKK hemî kiryarên neyarane li dijî gelê Tirk rawestînît, û em bi awayekî xurt li kêleka heval û hevbendên xwe yên li Tirkîyê radiwestîn û dibêjin na ne’b tenê ji kiryarên zordar yên PKKê ra na, lê na ji hemî awayên terorîzmê ra.’’

 

Ji sala 1984ê were, pêtir ji 30 hezar mirovan di şerrê PKKê da hatîne kuştin. Bawerî tête kirin ku 4 hezar heta 5 hezar ji Kurdên Tirkîyê endamên PKKê bin. Pirranîya wan ji herêma Kurdan ya bakûra Îraqê bizavê diken, li wê derê hînûfêrkirinê diken û ji wê derê êrişan diken.

 

Ceneralê ji karnişî yê hêzên hewayî Joseph Ralston wek nûnerê taybetî yê Amerîka ji bo xebata li dijî PKKê hatîye destnîşan kirin. Ceneral Ralston berpirsîyarê Amerîka ye ji bo hevkarîya bi Tirkîye û Îraqê ra li dijî PKKê û komelên dî yên terorîst yên ku li bakûra Îraqê û linav Tirkîye û Îraqê xebatê diken. Peyivdarê Wezareta Derve Casey dibêjît destnîşankirina Ceneral Ralston girîng e.

 

Peyivdarî got, ‘‘Eve pêgirtina me dubare diket bi soza me ya xebata bi Tirkîyê ra û xebata bi hikûmeta Îraqê ra ji bo bidawîînana gefa ji terorîzma PKKê ji bakûra Îraqê an ji her cihekî dî.’’

 

Wezareta Derve ya Tirkîyê di daxûyaneke nivîskî da got em destnîşankirina Ceneral Ralston wek derfeteke girîng dihesibînîn ji bo hevkarîya me ya niha bi Welatên Yêkgirtî ra di şerrê li dijî rêkxistîya terorîst PKKê da. Cihgirê Serokê Îraqê Tariq Îl Haşimî got Îraq nabîte bingehek ji bo komelên terorîst ji wan PKK.

 

Şîretvanê Parastina Niştimanî Steven Hadley dibêjît hevwelatî û serbazên Tirk ji ber bizavên PKKê dimirin. Birêz Hadley dibêjît Amerîka di micidîya pirsgirêkê digehît û dê dest bihavêjîte wê pirsê bi rêya xebata bi Tirkîye û Îraqê ra li dijî PKKê û terorîstên dî.


E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê